COTKARÊN HERÊMÊ DEST BI MEWSIMA ÇINÎNÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Cotkarên herêmê ji ber buhaya kêm ku hikumeta Demkî ji bo kirîna genim diyar kiriye, ji Rojava Tv re nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Cotkaran diyar kirin ku em keda xwe wilo nafiroşin, pêwîste her kes keda xwe biparêze.

Bajarên Rojavayê Kurdistanê ji herêmên din ên Sûriyê bi axa xwe ya zengîn cûdatire, ku ew jêdera sereke ya çandinî û xwedîkirina sewalan e.

Îsal û ji ber barana zêde, mewsimê çandinyê li herêmê pir baş bû û ji salên dîtir, berhemên baş hate dayîn.

Ji bo cotkirina ev hilberînên baş, cotkarên herêmê kedeke baş didin û di nava erdên xwe de çinîn dan dest pê kirin.

Lê biryara hikumeta Demkî ku wê tonê genim bi 46000 L.S ji cotkaran bigre, nerazîbûnek mezin bi xwe re anî.

Cotkarên gundê Girbawî yê girêdayî bajarê Qamişloyê got em ji biryara hikumeta demkî nerazî ne, em keda xwe wilo nafiroşin.

Li aliyekî din jî cotkaran destnîşan kirin ku pêwîste her kes keda xwe biparêze. Her wiha ji bo parastina zeviyan ji me re helbestek got.

Share This Article