Kesên ku di sektora çandiniyê de dixebitin, ji ber demsala niha ku bi saya baranê serkeftî bûye, kêfxweşiya xwe nîşan dan.
Cotkaran hêvî kirin ku demsal bi heman serkeftinê, heta çinînê biqede.
Herêma Cizîrê îsal li gorî sala borî, demsalek çandiniyê ya berbiçav derbas dike. Barana ku bi rêjeyek mezin bariye beşdarî serkeftina hilberîna çandiniyê bû û mewsima cotkaran parast.
Barana zêde şilbûna axê baştir kiriye û deopkirina avê di erdê zêde kiriye, ku ev yek jî piştgirî daye gihandina berhemên bingehîn, ji bilî başkirina şînatiyan bi giştî.
Di vê çarçoveyê de, şêwirmendê çandiniyê Azad Oso di hevpeyvînek taybet de diyar kir ku demsala îsal bi barana zêde tê naskirin, ku ev faktorek sereke ye di bilindkirina asta hilberînê de li gorî sala borî.
Ji aliyê xwe ve, cotkar Îbrahîm Berî geşbîniya xwe ya li ser demsala îsal anî ziman û hêviya hilberîneke baş kir.
Qonaxa yekem a werza çandiniyê serkeftî bû; cotkar niha li bendê ne ku demsal di heman astê de, heta çinînê, biqede.
