Di 12’ê Cotmehê de komîteya Koçberên Serê Kaniyê bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî re civiya û xala 5’an ya peymana 10’ê Adarê ya teybet bi vegera Koçberan gotûbêjkirin.
Endamê komîteya Koçberên Serê Kaniyê Ciwan Îso derbarê civînê de ji ROJAVA TV re da xuyakirin ku di civînê de tekezî li ser vegera Koçberan hat kirin.
Ciwan Îso anî ziman ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ji wan re gotiye bêyî vegera koçberan aramî li Sûriyê serwer nabe.
