CENAZEYÊ ŞEHÎD EBDUSELAM HACÎ LI QAMIŞLOYÊ HATE OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê bi merasîmekê, endamê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM şehîd Ebdelselam Hacî oxir kir.
Merasîma oxirkirinê li goristana şehîd delîl saroxan a Qamişlo bi beşdariya endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û bi dehan şêniyên bajêr hate lidarxistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtin, li ser navê malbatê û Kongreya Îslama Demokratîk axavtin hatin kirin.
Di axavtinan de hate gotin, Şehîd rêberên me yên exlaqî ne, Bi saya qurbaniyên wan, em li welatekî ewle dijîn.
Piştî axaftinan wesîqeya şehadeta şehîd Ebduselam hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û durûşmên dilsoziya bi şehîdan re hate oxirkirin.

Share This Article