Çêkirina peyara navîn li bajarê Qamişlo ber bi dawî ve diçe..
Ev nêzî mehekê ye Şarederiya Bajarê Qamişlo dest bi çêkirina peyarekî navîn li ser rêya kolana giştî li rojavayê bajarê Qamişlo kirye..
Peyara navîn ji çarxereya Şehîd Yûsif Gulo destpê dike û li têketina taxa Hilêliyê bi dawî dibe.
Ev peyar ji girîngtirîn projeyên Şaredariya Qamişlo ên sala 2022an e. Her çiqas Şaredariya Qamişlo hewl da di salên derbasbûyî de vê pirojeyê çêke lê gelek rewş û jê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê rê neda wan ku pêk bînin.
Niha di vê demê de çêkirina peyara navîn ber bi dawÎ ve diçe û Şaredariya Qamişlo dest bi dagirtina axê dike da ku daran di nav de biçînin û dest bi çêkirina peyaran, her wiha sererastkirina rêyên kolana taxa gistî li rojavayê bajarê Qamişlo dike..
