Bi nêzhatina Cejna Qurbanê re bûhabûna kelûpelan barê welatiyan di kirîna pêwîstiyên cejnê de giran kiriye.
welatiyên bajarê Qamişlo dibêjin ku nirxê dolarê emrêkî buye sedem ku pêwistiyên xwe yên cejnê nîvço bihêlin.
Bi nêzhatina Cejna Qurbanê re bazarû malbat li hev dicivin lê hisabê malê û bazarê tev dernakeve.
Li bazara bajarê Qamişlo atmosferek bêhempa ji liv û tevgrê çêbûye, lê bilindbuna nirxê dolar û budceya ku hikûmeta demkî vê dawiyê avêt ser dergehên sînorî, banoreke neynî li kirîna pêdiviyên cejnê mîna şekir- cil u berg û xwarinê kiriye.
Nirxê kel û pelên vê cejnê ji cejna remezanê bilntir bûye, cejna borî kîliwa şekirê cejnê bi 35 hezar lîreyên sûrî dihat firotin lê vê cejnê bi 50 hezar lîreyê tê kirîn.
welatiyên bajarê Qamişlo gazinên xwe ji Rojava TV re anîn ziman ku nirxê dolarê emrêkî buye sedem ku pêwistiyên xwe yên cejnê nîvço bihêlin.
Welatî dibêjin ku cilê cejnê hîna ji xwe re nekirîne ji ber ku buhabûn bi wan re nabe alîkar.
welatiyan anî ziman ku atmosfêra cejnê li bajêr pir xweşe lê nirxê kel û pelan wan matmayî dike.
Dilê welatiyan ber bi dua û hêviyê ve diçe û daxwaz dikin ku ev Cejna qurbanê mizgîniya xêrê ji bo girtiyan bi xwe re bîne.
