Bi Hezaran Xelkên bajarê Qamişlo bi boneya 25 ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan, daketin qadan, û banga bidawîkirina tundiyê kirin .
Meş ji pêşiya Çerxerêya Osman Sebrî destpêkir û li Çerxerêya Şehîd Rûbar veguherî mîtîngê.
Di meşê de Alên Kongra Star û pankartên bi nivîsa, êdî bese ji Tundiyê re, hatin hildan .
Meşvanan 25 ê mijdarê li tevahî jinan pîroz kirin û berxwedana jinan ya li hember tundî û dagirkeriyê silav kirin .
