BI HEZARAN WELATIYÊN QAMIŞLO JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN DAKETIN QADAN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi armanca pêkanîna azadiya Fîzîkî ya Rêber Ocalan û şermezarkirina tecrîda girankirî, îro bi hezaran welatiyên bajarê Qamişlo xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandêran gotin ku ji bilî berxwedaniyê ti rêyên din li pêşiyan wan tune ne û piştrast kirin ku ew ê heta henaseya dawiyê li ber xwe bidin.

Li bajarê Qamişlo, îro bi hezaran welatî ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan daketin qadan.

Xwepêşandanê bi bilindkirina dirûşmeyên bijî Ocalan û berxwedana Îmralî ji çerxerêya Sonî dest pê kir û li çerxerêya şehîd Rûbar Qamişlo veghurî mîtingê.

Xwepêşandêran rexne li helwesta CPT’ê kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kirin.

Xwepêşandêran gotin ku ji bilî berxwedaniya ti bijardeyeke din li pêşiya wan nemaye û heta henaseya dawiyê ew ê li ber xwe bidin.

Duh, parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan ji Rojava TV re ragihand ku zêdetirî 21 mehan e wan hevdîtin bi Ocalan re pêk neaniye û ew di derbarê rewşa Ocalan de nîgeran in û helwestên gel ên li hemberî tecrîdê silav kir.

Share This Article