BERXWEDANA SERDEMÊ DI RÛPELÊN DÎROKÊ DE CIH GIRT

Rojava Tv
2 Min Read

Berxwedana bê hempa ya 58 rojan ku li Efrînê li hemberî êrîşên dijminane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hat kirin ,di rûpelên dîrokê de bi navê berxweana serdemê cihê girt .
koçberkî ji Efrîna berxwedêr ku niha li Şehbayê li warê koçberiyê jiyan dike, behsa berxwdana 58 rojan ya gelê Efrînê dike.

gelê Efrînê sala 2018’an bi navê berxwedana serdemê 58 rojan li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ber xwedan.
biştî berxwedaneke bêhempaya gel û şervanên Efrînê, dagirkeran bi hovîtî Efrîn dagirkirin û ji ber topbaran, bombebaran û êrîşên dijwar bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn.

dewleta Tirk a dagirker ji wê demê ve û heta niha sûcên derexlaqî û dermirovî li Efrîna dagirkirî didomîne û demografiya wê diguhere.

têkildarî berxwedana serdemê, koçberê Efrînî yê bi navê Arif Ebdulhenan ku niha li warê koçberiyê li şehbayê dimîne, behsa êrîşên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana gelê Efrînê ya 58 rojan dewam kir, dike.

Arif Ebdulhenan got dagirkeriya Tirk û çeteyên wê mal û milkên wan talan kirin û heta niha jî ew bi hêviya vegera li Efrînê ne.

koçberên Efrînî li warê koçberiyê di bin şert û mercên zehmet, êrîşên dagirkerita Tirk û dorpêça hikûmeta Şamê de, li ber xwe didin û bi hêviya vegera li cih û warê xwe ne.

Share This Article