Dayikên Aştiyê têkildarî salvegera 41’emîn a şehadeta berxwedêrên berxwedana 14’ê Tîrmehê ji RojavaTV re axivîn û gotin, ew ê bi rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê Rêber Apo azad bikin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.
Gelek çîrokên berxwedaniya Kurdan di zindanên dewleta Tirk a dagirker de hene.
Ji wan jî berxwedana çalakiya Rojiya Mirinê ye.
Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mihemed Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek 14’ê Tîrmeha sala 1982’an li hember zilma dewleta Tirk a li zindana Amedê de dest bi çalakiya Rojiya Mirinê kirin.
Her çiqas dewleta Tirk hewil dida ku vîna wan a têkoşînê bi awayên cuda bişkîne jî lê ew ser pêkanîna armancên xwe heta ku gihiştin asta şehadetê bi biryar bûn.
Têkildarî mijarê Dayika Aştiyê Emînê Qenber ji RojavaTV re axivî û got, şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê gelê Kurd fêrî neradestkirina ji dagirkerên Kurdistanê kir.
Her wiha Dayika Aştiyê Şêrîn Mihemed jî tekez kir ku ew ê bi rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê Rêber Apo azad bikin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.
Berxwedêrên Rojiya Mirinê Kemal Pîr 7’ê Îlonê, Mehmet Xeyrî Dûrmûş 12’ê Îlonê, Akîf Yilmaz 15’ê Îlonê, Alî Çîçek jî 17’ê Îlona 1982’an şehîd bûn.
