Roja 10’ê Cotmehê dewleta Tirk êrîşî gundên Minbicê kir û di encamê de 2 zarok şehîd û 3 jî birîndar bûn.
Bavê zarokên birîndar ji ROJAVA TV re behsa bûyerê dike û daxwaza cezakirina dewleta Tirk dike.
Rêveberê nexweşxaneya Firat ya Minbicê Feyad El Hisên jî got, ji ber giraniya birînan 2 zarok şehîd bûn û rewşa birîndaran jî giran e.
Dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên bi armanca têkbirina aramî û ewlehiya herêmê, dagirkirina xak û koçberkirna welatiyan, li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.
Herî dawîyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Tehna Mezin ê Minbicê kirin û di encamê de 2 zarok şehîd û 3 jî birîndar bûn.
Bavê zarokên ku di encama êrîşê de birîndar bûne, Casim El Casim got, dagirkeriya tirk û çeteyên wê zarokên me qetil dikin û civaka navdewletî li hemberî van sûcan bê deng e.
Rêveberê nexweşxaneya Firat ya Minbicê Feyad El Hisên jî got, ji ber giraniya birînan 2 zarok şehîd bûn û rewşa birîndaran jî giran e.
Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk şermezar kir û tekezî li ser parastina destkeftiyên şoreşê û gelê xwe kir û got, divê raya giştî helwestên tund nîşan bide û sînorekî ji kiryarên Tirkiyê re dayne.
