BANGÊN PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO ZÊDETIR DIBIN

Rojava Tv
1 Min Read

Parêzer Raid Esed tecrîda li dijî Rêber APO şermezar kir û diyar kir ku, dewleta Tirk a dagirker bi girankirina tecrîdê hiqûqa navneteweyî bin pê dike.

Her wiha Raid Esed da zanîn ku, divê dewleta Tirk demildest dev ji polîtîkaya xwe berde û parêzer hevdîtinê li gel Rêber APO pêk bînin.

Ji adara sala 2021’ê ve û ta niha dewleta Tirk a dagirker tecrîda li dijî Rêber APO girantir dike û ji wê demê ve ti hevdîtin li gel Rêber APO pêk nehatine.

Li hember girankirina tecrîdê di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber APO, gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berdewamî çalakiyan li dar dixin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber APO dikin.

Parêzer Raid Esed diyar kir ku, dewleta Tirk a dagirker bi girankirina tecrîdê hiqûqa navneteweyî bin pê dike.

Her wiha Raid Esed da zanîn ku, divê dewleta Tirk demildest dev ji polîtîkaya xwe berde û parêzer hevdîtinê li gel Rêber APO pêk bînin.

Tevî ku parêzerên Rêber APO her hefteyê du caran serlêdanê dikin, lê daxwazên wan bersiv dimînin.

Li hember girankirina tecrîdê hêzên navneteweyî jî bêdeng in.

Share This Article