Kanala ROJAVA TV

DEWLETA TIRK EYN ÎSA, GUNDEWARÊN GIRÊ SPÎ Û TIL TEMIRÊ TOPBARAN DIKE

Ji Duh ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gundên li rojavayê bajarê Girê Spî û gundewarên wê yên rojava, rojhilat û navenda navçeya Eyn Îsayê topbaran dike, heta niha 25 gund tên topbarankirin.

çeteyan xeta kehrebeyê kir hedef, di encamê de kehrebe li ser navenda navçeyê û bajarokê Hîsê yê rojhilatê navçeyê qut bû.

Her wiha li gundê Fatsa yê 15 km dikeve rojhilatê navenda navçeyê, gelek malên welatiyan wêran bûn û beşek ji mizgefta gund hilweşiya.

Çeteyan vê sibehê carek din navenda navçeya Eyn Îsayê, gundewarê wê yên rojhilat û rojava, rêya M4, gundewarê rojavayê bajarê Girê Spî yê dagirkirî  û gundê Dirdara , Um Kêf yê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

Her wiha duh Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi dijwarî gundên Bobî, Esediye û Dada Ebdal ên bakurê navçeya Zirganê topbaran kiribû.