Kanala ROJAVA TV

JINÊN EREB ÊN BAJARÊ TEBQAYÊ KUŞTINA JÎNAYA 22 SALÎ BI TUNDÎ ŞERMEZAR KIRIN

Her ku diçe nerazîbûnên li dijî kuştina Jina Kurd Jîna Emîne zêdetir dibin, têkildarî mijarê Jinên ji pêkhateya Ereb ên bajarê Tebqayê ji Rojava TV re axivîn.

Jinan kuştina Jînayê bi tundî şermezar kirin û bihaneyên rejîma Îranê yên kuştina keçan red kirin.

Kuştina jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî, ne bi tenê di nava Kurdan de karvedan li dû xwe aniye, lê belê li seranserî cîhanê nerazîbûn her ku diçin zêdetir dibin.

Li herêman Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, jin li dijî kuştina Jînayê bang li desthilata Îranê dikin ku kiryarên xwe yên li dijî jinan rawestîne.

Têkildarî mijarê Jinên ji pêkhateya Ereb ên bajarê Tebqayê ji Rojava TV re axivîn û kuştina Jînayê bi tundî şermezar kirin.

Her wiha jinên Tebqayê piştrast dikin ku rejîma Îranê bi bihaneyên ne rewa keçan dikuje û ew kiryar weke kiryareke der- exlaqî bi nav kirin.

Jîna Emînî roja 13’ê Îlonê, li Tehranê bi hinceta nepabendiya bi hîcaba îslamî, ji aliyê Polîsên Exlaqê yên Îranê ve hatibû girtin û şahid dibêjin ku polîsan Jîna bi giranî îşkence kirine.

Roja 16’ê heman mehê de, ji ber têkçûna tendursitiya Jînayê, li nexweşxaneya Kesra ya Tehranê, jiyana xwe ji dest da.