Kanala ROJAVA TV

NIVÎSGEHA VEKOLÎNA KARKER Û NEXWEŞIYÊN GIRAN LI REQAYÊ MAKANÎZMEYA KARÊ XWE EŞKERE KIR

Nivîsgeha Vekolîna Karker û Nexweşiyên giran li Nexweşxaneya Niştimanî ya Reqayê makanîzmeya karê xwe eşkere kir.

Rêvebira Nivîsgeha Vekolîna Karker û Nexweşiyên giran di Komîteya Tenduristiyê ya Reqayê de, Nûseyba El-Hesen, da zanîn ku: wergirtina nexweşan ji saet 8 sibehê heta 3’ê piştî nîvroyê ye, her wiha piştî ku test ji nexweşan re tên çêkirin, dosyaya wam tê arşîvkirin.