ŞANDEKE HEVPEYMANIYA NAVDEWLETÎ BI FERMANDARÊ QSD RE SERDANA KAMPA HOLÊ KIR
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn û Fermandarê QSD Mezlûm Ebdî ji bo gotûbêjkirina geşedanên dawî yên operasyona mirovî û ewlehiyê serdana kampa Holê kirin.
Şand ji Serokatiya General maykil koryêla Fermandariya Navendî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD Mezlûm Ebdî pêk hat.
Di serdanê de rewşa kampa Holê û geşedanên dawî ya Oparasyona Mirovî û Ewlehiyê hatin nîqaşkirin.
Her wiha di serdanê de tekezî li ser piştgriya hêzên Ewlekariya hundirîn û QSD ji bo Oparasyona Mirovî û Ewlehiyê hate kirin.