Kanala ROJAVA TV

NIVÎSGEHA KARÛBARÊN KAMP Û KOÇBERAN DEST BI AVAKIRINA 4 KAMPÊN BIRÊXISTINKIRÎ KIR

Li Reqayê Nivîsgeha Karûbarên Kampan û Koçberan di meha tebaxê de dest bi serjimêriya rast a malbatên ku li kampên bêserûber dimînin, kir ku ew ji bajarên cuda yên Sûriyê koçber bûne.

Armanca serjimêriyê organîzekirina kampan û tevlîkirina wan di kampên organîzekirî de ye ku Ofîsa Karûbarên Kampan û koçberan bi hemahengî li gel Komîteya Rêveberiya Xwecihî û Şaredariyan li ser kar dike.

Li gorî serokê Ofîsa Karûbarên Kampan û Koçberan Munewer El Macid kampên bêserûber li Reqa û gundewarê wê 58 kamp in, 25 kamp hatine jimartin, û 33 mane her weha serjimêrî dê di meha îlonê de bi dawî bibe.