Kanala ROJAVA TV

Di Bombebarana Li Ser Sinûnê De Zarokekî 12 Salî Û Bapîrê Wî Şehîd Bûn

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk du caran li encumena Gel a Sinûnê ya Şengalê xist.

Di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Sinûnê ya Şingalê de zarokekî 12 salî û bapîrê wî şehîd bûn û 6 welatî jî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê hevserokê Partiya Azadiya Demokratîk a Êzdîyan Umer Salih Ibrahîm ji Rojava Tv re rewşa herî dawî ya navçeyê ragihand.

Umer got ku armanca êrîşan valakirina Şingalê û pêkanîna peymana 9 cotmehê ye.