Kanala ROJAVA TV

Desteya Rûspiyan A Bakur Û Rojhilatê Sûriyê: Li Dijî Gef Û Êrîşên Yekîtî Girîng E

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Gefên dewleta tirk a dagirker li dijî herêmê tevahî gelê sûriyê hedef digre, her wiha banga xurtkirina hevgirtina li hemberî siyasetên dewleta tirk kirin.

îro Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gef û êrîşên dewleta tirk daxuyaniyek li pêşiya navenda desteyê ya li Qamişloyê dan.

Rûspiyan di daxuyaniyê de diyar kirin ku Herêmên ewle yê ku Erogan behsê dike, li ser Ereb, Kurd, Suryan û Êzidiyan xeter e ji lew re hevgirtina pêkhateyan girîng e.

Rûspiyan gef û êrîşên dewleta tirk şermezarkirin û bang li hikumeta Şamê kirin ku bi MSD re diyalogê bikin da ku aloziya Sûriyê çareser bikin .