Kanala ROJAVA TV

Partiyên Siyasî: Em Ê Bi Vîna Xwe Destkeftiyên Rêveberiya Xweser Biparêzin

Partiyên siyasî yên Minbicê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
daxuyanî li ber avahiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hate dayin û têde hatin gotin ku li hember serkeftinên Rêveberiya Xweser kîna Erdogan zêde dibe û ji bo vîna gelê herêmê bişkîne rojane êrîş dike.
Partiyan di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî û dewletên garantor kirin ku dawî li êrîşên dewleta Tirk bînin û diyar kirin ku Ew ê bi vîna xwe destkeftiyên Rêveberiya Xweser û nirxên şehîdan biparêzin.