Kanala ROJAVA TV

Bi Sedan Şêniyên Efrîn Li Şehbayê Êrîşên Qirkirinê Şermezar Kirin

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê yên li kantona Şehbayê bi xwepêşandanekê êrîşên dewleta tirk li ser herêmên parastinê yên medyayê û beşdariya PDK ê di êrîşan de şermezar kirin.
Bi dirûşmeya “meşa rûmetê li hember dagirkerî û xiyanetê” , îro bi sedan şêniyên herêma efrînê li navçeya ehresê ya kantona şehbayê kom bûn û xwepêşandanek li dar xistin
Xwepêşandêr li qada sereke ya navçeya Ehresê kom bûn, hevseroka encumena Kantona Şehbayê Werde Şêxo berxwendana ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan daya meşandin, silav kir
Xwepêşandan bi dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla û berxwedana şêniyên herêma Efrînê bi dawî bû