Kanala ROJAVA TV

Welatiyên Girê Spî: Li Dijî Hevkariya Pdk A Bi Dewleta Tirk Re Serî Hildin

Welatiyên Kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê hevkariya PDK bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kirin û banga mezinkirina têkoşînê kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku PDK di şerê li dijî Gerîla û avakirina baregehên leşkerî yên dewleta tirk ên li Başûrê Kurdistanê de destek dide dewleta Tirk.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk a dagirker PDK’ê bikar tîne da ku gelê Kurd ji hev qut bike.
Her wiha lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de jî hat şermezarkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana Gerîla hat silavkirin, û bang li gelên herêmê hat kirin ku li dijî siyasetên PDK`ê û alîkariya wê ya bi dewleta tirk a dagirker re serî hildin.