Kanala ROJAVA TV

Jin Li Herêmên Dagirkirî Rastî Tundiyê Tên

Yekîtiya jinên ciwan a kantona Şehba û Efrînê bi daxuyaniyekê tawan û îşkenceyên li dijî jinan şermezar kirin.
Bi dehan jinên ciwan ên Şehba û Efrînê li pêşiya navenda yekîtiya jinên ciwan a navçeya fafîn a Şehbayê kom bûn.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Jin heta niha rastî tundî û hemû cureyên zihniyeta desthilatdar tên, bi taybet li herêmên dagirkirî weke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê.
Yekîtiya jinên ciwan di dawiya daxuyaniyê de soza bilindkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û rizgarkirina jinên li herêmên dagirkirî dan.