Kanala ROJAVA TV

PDKS LÊKIRINA DÎWAR DI NAVBERA ŞENGAL Û ROJAVA DE ŞERMEZAR KIR

Ji heyva Adarê ve hikûmeta Iraqê di navbera Şengal û Rojavayê kurdistanê de dîwarekî lê dike..

Li gorî agahiyan, dîwar dê li ser Sînorê Sûriyê û Iraqê 250 Km dirêj û bi qasî 4 metre bilind be û nuqteyên Çavdêriyê li ser hebin..

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî nerazîbûna xwe nîşan da û got lêkirina Dîwar di navbera Şengal û Rojava de nikare hevgrtina Gelan Têk bibe..

Cemal Şêx Baqî got ku bi Saya Şevanên Rojava Şengal hate Rizgar kirin, û niha Artêşa Iraqê dîwar di navbera Şengal û Rojava de lê bike..

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî got ku Hêzên ku Qaşo Parastina Gelê xwe dikin, rasterast li pêşberî Çavên Cîhanê Destek da Çeteyên DAIŞ ê û îro Planên wan bi lêkirina dîwar pêk tên.