Kanala ROJAVA TV

Dagirkeriya Tirk Asata Êrîşên Xwe Li Dijî Herêmê Zêde Kiriye

Dewleta Tirk a Dagirke di van demên dawiyê de Asata Êrîşên xwe li dijî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê zêde kiriye..

di 1 ê nîsanê de Dagirkeriya Tirk bi balafirên bê mirov li ser Riya Tirbespiyê- Qamişlo Erebeyek kir Armanc û di encamê de Welatiyek Şehîd bû û 2 welatî birîndar bûn..

Û  ev demeke Dagirkeriya Tirk Êrîşên xwe li dijî navçeya Til Temir û Zirganê Zêde kiriye,û di 3 ê Nîsanê de Stasyona Kehrebeyê kir armanc..

Li ser mijarê Endamê Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD ê ya Kantona Hesekê Hisên Berî diyar kir ku Armanca Dagirkeriya Dewleta Tirk ji Êrîşên Ewe ku Tirsê bixe nava Şêniyan û wan bide Koçberkirin..

Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Azer Ehmed got ku Dewleta Tirk a Dagirker li herêmên bakur û rojhilatê sûriyê bi balafirên bê mirov Sivîlan dike Armanc û armanca wê ya Sereke valakirina Herêman ji Şêniyên resene..

Dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên dijminane li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, bi balafirên bê mirov sivîlan dike armanc. Lê hîna jî hêzên navneteweyî yên garantor bêdeng in..