Kanala ROJAVA TV

Çeteyan Li Gundê Kaxirê Yê Mabata 200 Darên Din Ên Zeytûnê Birîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 200 darên din ên zeytûnê li gundekî navçeya Mabata birîn.

 

Tora çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên El Emşat li gundê Kaxirê yê Mabatayê 200 darên zeytûnê birîn.

Ew dar ên welatiyên Kurd Qaziqlî Silêman e, ku ji ber dagirkeran koçberî bajarê Helebê bûye.

Tora çalakvanên Efrînê diyar kir ku çeteyan bi armanca komkirian êzingan ew dar birîne.

Rêxistina mafên mirovan a Efrînê beriya niha ragihandibû ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker heta niha 400 hezar darên zeytûnê birînde