Kanala ROJAVA TV

Biden biryara dawî ya li ser qedexekirina hinartina petrola Rûsyayê bo Amerîkayê eşkere kir

Serokê Amerîkayê Joe Biden duh (Sêşemê) qedexekirina hemû îtxalata Amerîkayê ya petrol, gaza xwezayî û komirê ya Rûsî ragihand.

Ew cezayên herî tund ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li dijî vê sektora girîng a Rûsyayê tê hesibandin.

Rêvebiriya Amerîkayê ev biryar bi awayekî yekalî, bêyî beşdariya hevalbendên ewropî, lê bi hemahengiya wan girt.

Biden ji Odeya Roosevelt a Qesra Spî destnîşan kir ku “serkeftin” ji bo Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Ukraynayê nayê bidestxistin û “Em ê nehêlin ku ew tiştê ku dixwaze bigire.”

“Îro em di dîrokê de mezintirîn pakêta cezayên aborî ferz dikin,” wî got

 

Ziyaneke mezin dide aboriya RûsyayêWî diyar kir ku wî ev biryar bi hevahengiya bi hevalbendên Yekîtiya Ewropî re daye, ku dibe ku nikaribin vê gavê bavêjin.”Em vê gavê bavêjin dema ku yên din nikanin,” wî got.Ji ber ku Dewletên Yekbûyî ji hemî Ewrûpa û hemî welatên Ewropî bi hev re pirtir nefta navxweyî hildiberîne.Ji ber vê yekê dema ku yên din nikaribin em dikarin vê gavê bavêjin.Di heman demê de, wî tekezî li ser yekitiya Amerîka-Ewropa di “cezakirina” Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de kir.Û zêdetir zextê li maşîna leşkerî ya Rûsyayê bike.Wî her wiha piştgirîya herdu partîyan di Kongreyê de ji bo vê gavê nîşan da.