Kanala ROJAVA TV

HUNERMENDÊ EFRÎNÎ YÊ XWEDIYÊ DENGÊ SAF MIHEMED BÎLAL KOÇA DAWIYÊ KIR

Hunermendê Efrînî yê xwediyê dengê saf û zelal, Mihemed Bîlal çavên xwe girtin û ji dunyaya me bar kir.

Mihemed Bîlal di pêşxistina çand û folklora Kurdî de xwedî roleke sereke û bingehîn bû.

Bi kesera ji Efrînê dûr û hinavên tijî bêrîkirinên ji axa Zeytûnê re, hunermendê Efrînî yê xwediyê dengê saf û zelal, Mihemed Bîlal çavên xwe girtin û ji dunyayê me bar kir.

Mihemed Bîlal, dengbêj û hunermendê dengxweş û xemrevîn ku bi zengilora xwe ya gewherîn kilamên kurdî yên kevnare digotin, li dû xwe mîraseke dewlemend hêla.

Mihemed Bîlal di sala 1966’an de di nava malbateke kurdperwer de li navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî çavên xwe li dunyaya ronî vedike.

Ji ciwantî û rewaltiya xwe ve, xerîkî karên hunerî dibe û her dide dû evîna xwe ya ji bo hunerê.

Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, xebatên xwe yên hunerî berfirehtir dike û dibe endamê çand û hunerê.

Digel têkçûna rewşa wî ya madî jî, lê weke xemxurekî hunera Kurdî, bi awayekî bê bermaber xebat bi rê ve dibir û bi dengê xwe, xeml dida hemû çalakî û şahiyan.

Mihemed Bîlalê lawê Racoyê, di gotina stranên folklorî û dengbêjiyê de xwedî dengekî taybet û pir saf bû.

Xweşiya dengê wî weke deryayeke bêserûber bû.

Piştî dagirkirina Efrînê berê xwe dide Şehbayê û li Til Rifatê bi cih dibe.

Tevî şert û mercên koçberiyê yên dijwar jî her bi wê coş û hezkirina xwe, karê xwe yê hunerî didomîne.

Berêvara 25’ê Hezîrana sala 2024’an ji ber nexweşiyeke giran, li nexweşxaneyên bajarê Helebê koça dawiyê dike û xatirê heta hetayê ji gel û hezkiriyên xwe dixwaze.

mihemed bilal