KOMBÛNA JINAN A ZENÛBYA YA MINBICÊ CIVÎNA XWE YA SALANE LI DAR XIST
Kombûna Jinan a Zenûbyayê ya kantona Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist û rewşa karê xwe nîqaş kir.
Civîn bi beşdariya endamên kombûnê li avahiya encumena zagonsaz ya kantona Minbicê hate lidarxistin.
Di civînê de rewşa rêxistinî û geşedanên dawiyê hatin nîqaşkirin.
Her wiha xebatên ku di nava salekê de hatine pêkanîn û astengiyên ku li pêşiya wan derdikevin, bûne mijarên giring ên nîqaşê.
Her di civînê de plansaziyên ji bo dema pêş jî hatin danîn.
Civîna Kombûna Jinan a Zenûbyayê bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser mezinkirina xebatên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û perwerdekirina jinan hate kirin.