LI REQAYÊ PÊŞBIRKEKE SPORÊ JI BO JINAN HATE LIDARXISTIN
Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Reqayê ji bo geşkirina behreyên jinên ciwan û xurtkirina karînên wan, pêşbirkeke biskilêtan li Reqayê li dar xist.
Beşdarên pêşbirkê diyar kirin ku ew bi hest û coşeke bilind tevlî pêşbirkê bûn.
Bi armanca geşkirina behreyên jinên ciwan û xurtkirina karînên wan, desteya ciwan û werzîşê ya Kantona Reqayê pêşbirkeke biskilêtan li dar xist.
12 jinên ciwan ji bo wergirtina xelata baştirîn ajokara biskilêtê bi hev du re daketin pêşbirkê.
Pêşbirkê ji pêşiya baxçeyê El- Reşîd dest pê kir û heya lîstikgeha Beledî ya li naverasta bajêr dewam kir.
Beşdarên pêşbirkê diyar kirin ku ew bi hest û coşeke bilind tevlî pêşbirkê bûn.
Hevseroka desteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê Buşra El Ehmed behsa giringiya çalakiyên weha kir û diyar kir ku, ew ê bi hemû hêza xwe piştevaniyê bidin jinan.
Jin li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengiyê ji gelek qadan re dikin û mohra xwe li qadên herî giring dixînin. Her wiha adetên nîgatîv jî hildiweşînin.