Kanala ROJAVA TV

TIRKIYÊ ÊRÎŞÊN XWE YÊN LI DIJÎ EFRÎN Û ŞEHBAYÊ DIJWARTIR KIRIYE

Hemwextî destpêkirina mûsimê çinîna berhemên çandiniyê, dagirkeriyê pêla êrîşan dijwartir kiriye û ji ber topên bêserûber agir bi zeviyên cotkaran dikevin.
endamên kongira star yên Şehbayê diyar kirin ku dê tu carî êrîşên dagirkeriyê wan ji xaka wan dûr nexin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber bi çekên giran êrîşî bajarokê Şêrawa û bajarê Şehbayê dikin û zirarê digihînin mal û milkên welatiyan.

Hemwextî destpêkirina mûsimê çinîna berhemên çandiniyê, dagirkeriyê pêla êrîşan dijwartir kiriye û ji ber topên bêserûber agir bi zeviyên cotkaran dikevin.

Berdevka komîna şehîd Ebû Ramî Rohan Ebdalo diyar kir ku dê tu carî êrîşên dagirkeriyê wan ji xaka wan dûr nexin.

Ji aliyê xwe ve endama Kongra Star Wehîde Hemo got ku armanca dewleta tirk zêdekirina koçberiyê ye, lê ew nahêlin ku armancên wî pêk werin.

Ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk yên domdar li ser Şêrawa û Şehbayê, xelkên wan deveran di nava metirsiyê de ne.

Pêre jî ji ber topbaranê cotkarên herêmê ji çinîna berhemên xwe mehrûm dibin, hêzên ku nav li xwe dikin garantor in jî ji dûr ve dişopînin û xwe li bêdengiyê danîne.