Kanala ROJAVA TV

SÎNEVÎZYONEK LI SER JIYANA RÊBERTÎ LI HELEBÊ HAT PÊŞANDAN

Ciwanên PYD’ê li ser jiyana Rêber APO, têkoşîn û komploya li dijî kesayeta rêbertî sînevîzyonek pêşkêş pêşkêş kirin.Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk PYD li parka Efrîn a taxa Eşrefiyê ya Helebê çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiyê de endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, şênî û ciwan beşdar bûn.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku, Pêwîste her kes li gorî fikr û felsefeya Rêbertî bimeşe û hate destnîşankirin ku, Rêbertî girtîgeha Îmraliyê veguherand çiraya zanîn û zanistê.

Piştre sînevîzyonek li ser têkoşîna Rêber APO, komploya li dijî rêbertî û têkoşîna rêber APO ya li Îmraliyê hat pêşandan.