Kanala ROJAVA TV

PADÎŞAHÊ ÇÊKIRINA FEXARAN LI QAMIŞLO… MALBATEKE ERMENÎ JI WINDAHIYA PÎŞEYA XWE DITIRSE

malbatek ermenî li bajarê Qamişlo dijî di çêkirina fexaran de yekem di herêmê de Bi xelk ber bi mala wan ve diherikin û fexaran dikirin.

Anto Mîsak Bedrosiyan Pîşesaziya çêkirina fexaran ji bav û kalên xwe wergirtiye û rojê de ji 50 heta nêzî 100 fexarî çêdike.

Bedrosiyan dibêje ji beriya 450 salan ve dapîrên wî di çêkirina Fexaran de dixebitîn.

hevkarên me raportek amade kirine, em lê temaşe bikin.

Hoste Anto Mîsak Bedrosiyan, Yê bi temen 45 salî, ji pêkhateyê Ermenî ye û li bajarê Qamişlo dijî.

20 sal in ku Anto di pîşeya çêkirina fexaran de kar dike, tevî zor û zehmetiyên ku di jiyana wî re derbas bûne, lê dest ji vî karî bernedaye.

Pîşesaziya fexaran pîşeyeke ku malbata Bedrosiyan pê navdar e û ev malbat ji 7 bavikan de di pîşeya çêkirina fexaran de dixebitin.

Anto ji Rojava tv got ku ji beriya 450 salan ve dapîrên wî di çêkirina Fexaran de dixebitîn û wî ev pîşe ji bav û kalên xwe wergirtiye.

Anto Bedrosiyan di peydakirina axa guncaw de zehmetiyê dibîne, ji ber ku axa ber sînor bi kar tîne û artêşa Tirk nema dihêle nêzî sînor bibe.

Hoste Anto di nava werşeya xwe ya biçûk a li taxa Tey ya bajarê Qamişlo de dixebite ku di nava rojê de ji 50 heta nêzî 100 fexarî çêdike.

Bi xwestekeke zêde xelk ber bi mala Bedrosiyan ve diherikin da ku van amûrên xweşik ên bi şeklên kevneşopî bikirin.

Bajarê Qamişlo hê jî tijî gelek pîşeyên kevneşopî û hunerên gelêrî ye.