Kanala ROJAVA TV

BERTEK Û NERAZÎBÛNÊN LI HEMBERÎ TECRÎDA LI DIJÎ RÊBERTÎ ZÊDE DIBIN

Rêveberên herêmê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û dan zanîn ku ,tecrîda li dijî Rêbertî sûcekî mezin e.
her wiha dan zanîn ku, heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO ew ê di nava tevgerê de bin.

Gelên azadîxwaz ji rewşa tendirustî ya Rêber APO bi fikar in ku zêdetirî 3 salan e bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin.

her çiqas parêzer û malbata Rêbertî bi daxwaza hevdîtinê serlêdanê dikin, lê daxwazên wan têne astengkirin û hevdîtina li gel Rêbertî tê qedexe kirin.

Rêveberên herêmê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO şermezar kirin û destnîşan kirin ku, tecrîda li dijî Rêbertî sûcekî mezin e.

Li aliyekî din jî Rêveberan soza xwe ya têkoşîna li dijî tecrîdî nû kirin û dan zanîn ku, heta azadiya Rêbertî ew ê di nava liv û tevgerê de bin.

dewleta tirk a faşîst bi hincetên cûr be cûr ceza li dû cezayê li Rêber APO dibire û cezayên dîsplînî nû dike, lê gelên ku ji fikrê Rêbertî bêhna azadiyê kirine li ser piyanin û soza berxwedan û têkoşînê herdem mezin dikin.