Kanala ROJAVA TV

JINÊN HERÊMÊ DI HILBIJARTINÊN NAVXWEYÎ DE ROLEKE GIRING LÎSTIN

 

Jinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hilbijartinên navxweyî de roleke giring û sereke lîstin.
Rêveber û endamên Kongra Star diyar kirin ev destkeftî bi saya felsefe û ramanên Rêber APO hatiye bidestxistin. Proseya hilbijartinên navxweyî yên Kongra Star ku zêdetirî hefteyekê dewam kir, bi dawî bûn.

Jinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wekî ku pêşengî ji gelek qadan re kirin, bi vîn û coşeke xurt herikîn ser sindoqên dengdanê û îradeya xwe bi kar anîn.

Hilbijartinên xweser rastî eleqe û pêşwaziyeke germ ya tevahî jinan hat.

Rêvebir û endamên Kongra Star diyar kirin ku jinan mohra xwe li hilbijartinan xistin.

Her wiha dan zanîn ku ev pêngav ji bo jinan destkeftiyeke dîrokî ye û ev destkeftî bi saya felsefeya Rêber APO hatiye bidestxistin.

Piştî bidawîbûna proseya hilbijartinên navxweyî yên xweser PYD’ê jî bi heman awayî hilbijartin li dar xistin.

Biryar e di çend rojên pêş de navên tevahî namzetan werin aşkerekirin û ji bo komîseriya bilind a hilbijartinan were şandin.