LI KOBANÊ, HELEB Û ŞEHBAYÊ 1’GULANÊ BI COŞEKE MEZIN HAT PÎROZKIRIN
Duh li bajarê Kobanê 1`ê Gulanê bi coşeke mezin û bi amadebûna bi sedan kesî li Qada Şehîd Egîd a naverasta bajêr hat pîrozkirin.
Şahî bi dirûşmeya “Em ê bi hêza karkeran neteweya Demokratîk ava bikin, ji Rêber Apo re azadî` hat lidarxistin.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin û 1’ê gulanê li tevahî kedkaran hate pîrozkirin.
Di dawiyê de gelek stranên hunerî hatin pêşkêşkirin û dîlana azadîyê hat gerandin.
Her wiha li herêma Şiqeyêf a bakurê taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî şahiyek bi rê ve çû.
Di şahiyê de nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û şêniyên Helebê beşdar bûn.
Piştî pêşkêşkirin axaftinan karkerên şaredariyê û endamên komîteyên wê hatin xelatkirin.
Piştre koma Şehîd Serhed a govendê berhemên xwe pêşkêş kirin û koma Çiyayê Hawarê jî stran gotin.
Li kantona Efrîn û Şehbayê jî 1’ê gulanê bi coş û atmosfereke girseyî hate pîrozkirin.
Beşdaran hêvî kirin ku ev cejn bibe navgîna bidestxistina mafan.
Şahiyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi peyamên mezinkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi dawî bûn.