Kanala ROJAVA TV

BI BONEYA 1’Ê GULANÊ LI QAMIŞLO Û HESEKÊ ŞAHÎ HATIN LIDARXISTIN

Bi boneya Roja kedkaran a cîhanî TEV- DEM’ê li bajarê Qamişlo şahîyeke girseyî li dar xist.

Şahî di bin diruşma ”BI HÊZA KARKERAN EMÊ NETEWA DEMOKRATÎK AVA BIKIN,Û JI RÊBER APO RE AZADΔ li Parka Azadî ya Qamişloyê bi beşdariya bi hezaran şêniyan bi rê ve çû.

Di şahiyê de axaftin li ser navên TEV- DEM’ê û bajarê Qamişlo hate kirin û hate gotin, kedkar herî zêde ji bo pêşxistina civakê dixebitin û têdikoşin.

Piştî axaftinan komên hunerî berhemên xwe pêşkêş kirin û beşdaran jî li dorê dîlan gerandin

Her wiha li bajarê Hesekê jî bi heman boneyê li Qada Serdem a Çand û Hunerê şahiyek hat lidarxistin.

Di şahiyê de hevseroka TEV-DEMˊê Rûken Ehmed axivî û 1ˊê Gulanê li Rêber Abdullah Ocalan, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî karkeran pîroz kir.

Di şahiyê de koma Zelal a stranan, koma Girê Stêrk, hunermend Teleb Nazir, koma Tolhildan û koma Şoreş hunerên xwe pêşkêş kirin.

Di şahiyê de dîlanên folklorîk , koma Saykofa ya Ermenî hin şano û stranên ermeniyan û pêkhateyên herêmê pêşkêş kirin.

Di dawiyê de hunermend Lawîn Seîd Yûsif stran pêşkêş kirin.