Kanala ROJAVA TV

ZÎLAN EREB WEKE NAMZETA HEVŞAREDARIYÊ YA DIRBÊSIYÊ HATE HILBIJARTIN

Li bajarê Dirbêsiyê proseya hilbijartinên navxweyî ya Kongra Star bi rê ve çû. Bi dehan jin ji demjimêrên sibehê ve herikîn ser sindoqên dengdanê û îmzeyên xwe avêtin.

Ji bo wergirtina posta hevşaredariyê 4 jinan xwe berbijêr kiribûn û li 5 cihan sindoqên dengdanê hatin danîn.

Jinan bi coş û heyecaneke mezin ref bi ref berê xwe dan navendên dengdanê û dirûşmeyên Jin Jiyan Azadî berz kirin.

Piştî ku proseya dengdanê bi dawî bû Zîlan Ereb weke namzeta hevşaredariyê ya Dirbêsiyê hate hilbijartin. Zîlan Ereb ji Rojava TV re behsa hestên xwe kir.

Piştî ku duh dengdana xweser li Dirbêsiyê bi rê ve çû, biryar e 2’ê gulanê jî hilbijartinên navxweyî yên PYD’ê bêne lidarxistin. Piştre dê navên her du namzetan ji bo komîseriya bilind a hilbijartinan were şandin.