Kanala ROJAVA TV

KONFERANSA EKOLOJIYÊ DI ROJA DUYEMÎN DE DEWAM DIKE

Konferansa Ekolojiyê ya Yekemîn bi dirûşma “Bi paradîgmaya ekolojîk a Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin û doza Kurd çareser bikin”di roja xwe ya duyemîn de li Qamişlo dewam dike.
Konferansa Ekolojiyê ya Yekemîn duh bi beşdariya 120 kesî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî, rêxistinên civakî û sivîl li avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê dest pê kiribû.
Konferans di roja duyemîn de dewam dike û mijara sêyemîn a bi sernavê “Li Kurdistanê têkiliyên di navbera qirkirina komî û qirkirina ekolojîk de” tê nîqaşkirin.
paşê dê mijara û tevkariya di navbera rêxistin û tevgerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wê were nîqaşkirin.