Kanala ROJAVA TV

JINÊN BAJARÊ QAMIŞLO BANGA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO DIKIN

Jinên bajarê Qamişlo girankirina tecrîda li dijî Rêber APO şermezar kirin û gotin, armanca tecrîdê qirkirina gelê Kurd e.

Her wiha jinan dan zanîn ku ew ê heta dawiyê felsefeya Rêber APO bişopînin, ji ber ku wan bi saya Rêber APO xwe nas kirin.

Ji adara sala 2021’ê ve û ta niha dewleta Tirk a dagirker tecrîda li dijî Rêber APO girantir dike û ji wê demê ve ti hevdîtin li gel Rêber APO pêk ne hatine.

Li hember girankirina tecrîdê di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber APO de, gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berdewamî çalakiyan li dar dixin.

Jinên bajarê Qamişlo girankirina tecrîdê şermezar kirin û gotin, armanca tecrîdê qirkirina gelê Kurd e.

Her wiha jinan dan zanîn ku ew ê heta dawiyê felsefeya Rêber APO bişopînin, ji ber ku wan bi saya Rêber APO xwe nas kirin û azad kirin.

Parêzerên Rêber APO ji bo pêkanîna hevdîtinê herî kêm her hefteyê du caran serlêdanê dikin, lê dewleta Tirk bêyî ku ti sedemekê destnîşan bike, daxwazên wan ên pêkanîna hevdîtinê bêbersiv dihêle.