Kanala ROJAVA TV

MECLISA GELAN A MINBICÊ ZAGONÊN HILBIJARTINÊN ŞAREDARIYAN NÎQAŞ KIR

Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Minbicê, ji bo nîqaşkirina zagonên hilbijartinên şaredariyan û Yekîtiya Şaredariyan, civîna xwe ya asayî li dar xist.

Civîn bi amadebûna endamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû endamên Meclîsê li hola Meclisa Gelan bi rêve çû.

Di civînê de yasaya hilbijartinên şaredariyan bi hemû beş û bendên wê ve hat xwendin û ji hemû endaman re hat ravekirin û gotûbêjkirin.

Her wiha hemû pirsên beşdaran derbarê yasa û proseya birêveçûna hilbijartinan de ji aliyê komîsyona hilbijartinan ve hatin bersivandin.