Kanala ROJAVA TV

QONAXA DUYEMÎN A TAMÎRKIRINA SÛRA REQAYÊ DEST PÊ KIRIYE

Bi armanca parastina sûra dîrokî û kevnar ya Reqayê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê dest bi qonaxa duyemîn a tamîrkirinê kir.

Sûra Reqayê yek ji kevntirîn sûrên kevneşopî û dîrokî ye, li gorî belgeyên dîrokî bedena Sûrê beriya niha bi 1250 salan hatiye avakirin.

Dirêjahiya vê Sûêra dîrokî 5 kîlometre ye û girîngiyeke wê ya mezin li gel niştecihên kantona Reqayê heye.

Ev sûr li Reqayê xwedî taybetmendiyeke mezin e û şahidî ji sûc û binpêkirinên DAIŞ’ê re kir.

Di qonaxa duyemîn a avakirinê Sûrê de beşên 17 û 18ˊan dê bên tamîrkirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê di 20’ê Nîsanê de dest bi qonaxa duyemîn a tamîrkirinê kir û projeya wê dê heta 20′ Hezîranê bidome.

Hevseroka Desteya Çand û şûnwaran Lîlav Xelîl da zanîn, gelekî girîng e ku mirov xwedî li dîroka kevnar derkeve, û di heman demê behsa serarastkirina sûrê dike.

Cîgirê hevserokatiya Desteya Çand û Şûnwaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zerdeşt Îso jî diyar kir ku em ê li gorî derfetan Sûrê Reqayê sererast bikin.

Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê di sala 2023’yan de dest bi qonaxa yekemîn a xebatên tamîrkirina sûra dîrokî ya Reqayê kir.

Di tamîrkirinê de beşên 9, 10, 12, 13 û birca 14ˊan hatin çaksazkirin. Qonaxa duyemîn jî ji 20’ê Nîsana 2024’an dest pê kir û niha xebat bi xurtî dewam dikin.