Kanala ROJAVA TV

KONGRA STAR NAVÊ NAMZETÊN JIN ÊN HILBIJARTINÊN ŞAREDARIYAN DIYAR KIR

Derbarê hilbijartinên destpêkê yên ku divê di 27’ê vê mehê de werin lidarxistin, Kongra Star civînek lidarxist û tê de navê namzetên jin ji bo hilbijartina şaredariyan aşker kirin.

Kongra Star bi hemahengiya Partiya Yekîtiya Demokratîk civîneke berfireh derbarê amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinên pêşwext ku dê 27’ê mehê bêne lidarxistin, li bajarê Qamişlo saz kir.

Di civînê de navên her du namzetan ku Bêrîvan Omer û Hêvî Mihemed in, hatin ragihandin.

Li ser navê endama Komîteya Hilbijartinan a Qamişlo Hindrîn Xelîl axivî û derbarê sîstema hilbijartinê û amadekariyên wan ên ji bo hilbijartinên destpêkê agahî dan.

Ji aliyê xwe ve namzeta hevşaredariyê Hêvî Mihemed jî kêfxweşiya xwe anî ziman û hêvî kir ku hilbijartin bi awayekî saxlem û demokratîk bêne lidarxistin.

Kongra Star bi hevrêziya Partiya Yekîtiya Demokratîk ji beriya demekê ve, civînên berfireh li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixe û navên namezetan ji bo hilbijartinan kom dike.