Kanala ROJAVA TV

ROJNAMEVANÊN HERÊMÊ PIŞTEVANIYA XEBATKARÊN STÊRK TV Û MEDYA HABERÊ DIKIN

Rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê bertek nîşanî kiryarên polîsên Belçîkayê dan û gotin, dixwazin dengê rastiyê ji holê rakin.
Her wiha tekez kirin ku, ew ê heta dawiyê piştevaniya hevkarên xwe yên çapemeniya azad bikin û bibin nûnerên dengê rastiyê.

Ev dîmenên serdegirtina avahiyên Stêrk Tv û Medya Haber ji aliyê polîsên Belçîkayê ve ne.

Şeva derbasbûyî polîsên Belçîkayê bêyî wergirtina destûrê, dergehên her du televizyonan şkandin û amûrên wan têk dan.

Li hember vê kiryarê gelê Kurd berê xwe dan Belçîkayê û piştevaniya xebatkarên çapemeniya azad kirin.

Rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê bertek nîşanî kiryarên Belçîkayê dan û gotin, dixwazin dengê rastiyê ji holê rakin.

Her wiha rojnamevanan dan zanîn ku, ew ê heta dawiyê piştevaniya hevkarên xwe yên çapemeniya azad bikin û bibin nûnerên dengê rastiyê.

Ragihandina Kurdî bi giştî û rojnamevanên Kurd jî ji destpêka damezirandina xwe ve her dem rastî êrîşan hatine, lê ti carî dest ji xebatên xwe bernedane.