Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN HELEBÊ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ BI GIRSEYÎ DAKETIN QADAN

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî li dijî êrîşên dagirkeriyê meşeke girseyî li dar xistin.
Şêniyên her du taxan, nûnerên meclisa gel, malbatên şehîdan û partiyên siyasî tevlî meşê bûn.
Di meşê de bênavber dirûşmeyên ku pesna xweragiriya gerîlayan didin û xîyaneta PDK’ê şermezar dikin, hatin berzkirin.
Her wiha axaftin li ser navê şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin kirin û hate gotin, bi saya berxwedana gerîlayan, Kurdistan parastî û aram e.
Di dawiyê de beşdaran tekez kirin ku heta henaseya xwe ya dawiyê ew ê piştevaniya berxwedana gerîlayan bikin.