Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN HESEKÊ BI XWEPÊŞANDANEKÊ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ ŞERMEZAR KIRIN

Şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê, bi xwepêşandaneke girseyî êrîşên Tirkiyê yên li ser Qadên Berxwedanê şermezar kirin.
Xwepêşandan ji çarxereya Kevokê ya li pêşiya Meclîsa bajarê Hesekê dest pê kir û ber bi qada Şehîd Serhed a taxa El-Miftî ve bi rê ket.
Di xwepêşandanê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan û Partiya Yekîtiya Demokratîk axaftin hatin kirin û tê de berxwedana hêzên parastina gel ku li dijî dewleta faşîst a Tirk li ber xwe didin, silav kirin.
Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîlayên HPG û YJA- STAR’ê bi dawî bû.