Kanala ROJAVA TV

PYD Û KONGRA STAR BI LÎSTEYEKE HEVGIRTÎ DÊ TEV LI HILBIJARTINÊN ŞAREDARIYAN DIBIN

Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê û Kongra Star a Hesekê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku dê bi lîsteyeke hevbeş tev li hilbiajrtinên şaredariyan û meclisên şaredariyan bibin.
Hevserokê PYD`ê Salih Muslim û berdevka Kongra Star Rîhan Loqo daxuyanî li avahiya PYD`yê ya li taxa Kebabe ya Hesekê xwendin.
Li gorî daxuyaniyê, PYD û Kongra Star piştî nîqaşên hevbeş li ser gelek xalan li hev kir û dê bi hev re li gorî nêrîneke hevbeş têkildarî diyarkirina namzetan û ji bo avakirina şaredariyeke demokratîk tev li hilbijartinên şaredariyan û meclisên şaredariyan bibin.
Di daxuyaniyê de hate aşkerekirin ku navên namzetan bi awayekî demokratîk dûrî biryarên kesayetî û navendî hatine diyarkirin.
Her wiha bang li endam û alîgirên her du aliyan hate kirin ku tev li pêşhilbijartinan bibin.