Kanala ROJAVA TV

ŞERVANÊN QSD: METIRSIYA DAIŞÊ LI SER HERÊMÊ HÎN BERDEWAM E

DAIŞ ku yek ji rêxistinên terorîst ên herî metirsîdar li ser Cîhanê tê dîtin, vê dawiyê bi armanca belavkirina bîrdoziya xwe ya tarî li herêmê, ji nû ve xwe kom dike.

Li gel vê yekê her dem bangawaziyên gelê Sûriyê hene ku civaka navdewletî li beramber DAIŞ bi helwest be û bi erkên xwe rabe.

Têkildarî vê mijarê Endamê Têkilyên Leşkerî ya QSD Ziyad Serêkaniyê ji rojava tv re diyar kir xeteriya DAIŞ’Ê bi dawî nebûye û ew bi li beramber wê yekê bi erka xwe radibin.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Şoreş Hesekê jî diyar kir ku, DAIŞ bi destê Tirkiyê gelek alavên şer yên pêşketî bi dest xistine.

Li gorî şîrovekarên siyasî DAIŞ hêza xwe ji kampa Holê, ku gav bi gav vediguhere bombeyeke demkî werdigre.

Heta ku pirsgirêka kampa Holê çareser nebe û dewletên Ewropî welatiyên xwe venegerînin dê metirsiya DAIŞÊ ji holê ranebe.