Kanala ROJAVA TV

ÊZDIYÊN AMÛDÊ AMADEKARIYÊN PÎROZKIRINA CEJNA ÇARŞEMA SOR DIKIN

17’ê Nîsanê li gorî salnameya Kurdî sersala êzidiyan an ku Çarşema Sor e .

Êzdiyên Amûdê amadekariyên pîrozkirina Cejna Çarşema Sor dikin .

Êzdiyên Amûdê ji Rojava tv re behsa rêûresmên pîrozkirina Cejna Çarşema Sor dikin .

Êzidiyên Amûdê cejn li gel pîroz kirin û destnîşan kirin ku 17 ê nîsanê ji bo wan rojeke taybet û bi wate ye .

Di çarçema sor de rê û resmên taybet hene. Êzidî sibehê zû şiyar dibin, cilên herî bedew li xwe dikin û deriyên malên xwe bi kulîlk û xecxecokan dixemilînin.