Kanala ROJAVA TV

RÛSPIYÊN MINBICÊ DAXWAZA AZADIYA RÊBER APO DIKIN

Tevahî gelên azadîxwaz banga Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin, ji ber ku rêbertî bi fikrê xwe, bûye hêmaneke bingehîn a aştiya cîhanê.

Di vê derbarê de Endamê Înîsiyatîfa Gel a Azadiya Rêber APO Hûsam El-Şewax diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêbertî bi dawî bibe û agahî li ser tenduristiya rêber Apo werin wergirtin.

Berdevkê Meclisa Rûspiyên Minbicê Sadiq El-Isêdî jî got ku mezinên êl û şêxên bajarê Minbicê bi Ramanên Rêber Ocalan ku banga biratiya gelan dike, bawer in.

Roj pey rojê ji hemû cîhanê re diyar dibe ku azadiya Rêber Ocalan wê mifteyên çareseriyê yên tevahiya Rojhilata Navîn bi xwe re bîne.
Lewma daxwazên azadiya Rêbertî ji aliyê hemû pêkhateyên herêmê ve berdewam û bi hêz in.